Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Maneya Kelîmeya Tewhîdê A Berfirehî

Osman SADIKOĞLU 2019-12-17

Beşa (6.) Şeşemîn

Îlâh ew e ku îbâdet lê tê kirin e.

"Lâîlâheîllallah" îlân kirina wê tiştî ye ku; ji Allah azze we celle pê ve qet tu heyînî ne layiqê îbâdetê ye.

Me di rêzên jor de der heqê maneya îbâdetê de hin mîsalan dabû. Em vîya bizanibin; ew tiştên ku Allah jê qaîl e û li mûmînan jî emîr kirîye, navê wê tiştê îbâdet e. Yanê heyat bi tevahî îbâdet û abdîtîya Allah e azze we celle.

Dema ku em dibêjin "Lâîlâheîllallah" em bi vê gotinê di heman demê de soz û ehdekî didin Allah azze we celle. Bi vê gotinê re em van soz û ehdan jî didin:

"Emê abdîtîyê di temamê qada jîyana xwe de teqdîmê te bikin.

Her çi xêr û zerar hebe em enceq ji te dizanin.

Em destê xwe tenê bitenê ji te re vedikin û dûa û daxwazîyên xwe ji te hêvî dikin.

Em enceq tewekkûlê te dikin û rexbeta me jî ji te re ye.

Hezkirina me jî û bûxza me jî tenê bitenê ji bo te ye.

Em vîya jî dibêjin û dipejirînin ku; Allah wê di her halûkarî de tevlî perwerdehîya (talîma) me û cil û pêçana me û hûner û kêfa me û herb û sulha me û ekonomî û sîyaseta me jî bibe."

 Pejirandina/qebulkirina ulûhîyeta Allah azze we celle di heman demê de pejirandina serwerîya Allah e. Bi vê gotinê em vîya jî qebûl dikin ku temamê qal û karên me yê qelbî û bedenî tenê bitenê wê ji bo wî be.

قُلْ إِنَّ صَلَاتِي وَنُسُكِي وَمَحْيَايَ وَمَمَاتِي لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ لَا شَرِيكَ لَهُ وَبِذَلِكَ أُمِرْتُ وَأَنَا أَوَّلُ الْمُسْلِمِينَ

"Bibêje: 'Nimêja min û îbadeta min û heyata min û mirina min ji bo wî Allahê Rabbê âlemân e. Tu şirîkê wî tune ye. Ez bi vêya hatim emirkirin û ez ji muslîm ên pêşîn im." [1]

Lâîlâheîllallah; tewhîd bixwe ye.

Tewhîd; yekgirtina, yanê tewhîd kirina çavkanîya heyatê û mirinê û nimêjê û qurbanê û nezirê û tewafê û duayê û tewekkulê ye.

Heyat bi temamî ji îbâdetê pêkhatî ye û bi tevahî aîdê Allah e azze we celle Di heyata muwehhîdekî de tu qadekî ku di derê ubûdîyetê de bê nirxandin tune. Lewre tewhîd heyata mûmînan bi gelemperî dorpêç dike. Di her mijarê de rayeya mudaxeleya heyatê xweserê Allah e.

Ev rayeya mudaxeleyê/têkilî bûnê; welew di mijara zewacê de an di mijara perwerdehîya wî de an di mijara şixul û karên wî de an di mijara qezenca rizqê wî de an di mijara ku dê wê qezenca xwe li ku derê xerc bike de an jî di mijara sîyasetê de be… Lewre ew kes carek gotîye Lâîlâheîllallah û bi vê kelîmeyê Allah azze we celle wek îlâh qebûl kirîye û di heman demê de îlân kirîye ku wê abdîtîya xwe bi dilsozî teqdîmê Allah bike.

Daxuyanîya Peyva Tewhîdê Ya Çewtî/Ya Xeletî

Gelek însan dema ku der heqê maneya kelîmeya tewhîdê de ji wan bê pirsîn dê wiha cewabê bidin: "Ji Allah pê ve tu îlâh nîne!" Eger hûn ji wan re bêjin "Belê, 'Ji Allah pê ve tu îlâh tune' tê ser çi maneyê?" dê wiha bersiv bidin: "Yanê ê ku em xuliqandîye û rizkê dide me Allah e."

Lê belê weke ku me berê de diyar kiribû maneya kelîmeya tewhîdê ne ev e. Muşrîkên Mekkeyê jî dizanibûn ku Allah azze we celle hem xaliqê hemû heyînîyan û hem jî razîqe bê dest û pa û mar û mûr e. Ev zanîn û bawerîya wan tu feyde ne da wan û ewana ne xist çarçova îslâmê û ne bû asteng ku ji şûra Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâm xwe xelas bikin

Di van ayetan de Allah azze we celle ji me re diyar dike ku muşrîkên Mekkeyê qenc dizanibûn ê ku wan xuliqandiye jî û ê ku rizqê dide wan jî Allah e:

وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ فَأَنَّى يُؤْفَكُونَ

وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ نَزَّلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ مِنْ بَعْدِ مَوْتِهَا لَيَقُولُنَّ اللَّهُ قُلِ الْحَمْدُ لِلَّهِ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ

"Bi sond eger tu jî wan bipirsî: 'Kî erd û asîman xuliqandiye û kî roj û heyv di bin emrê xwe de digire?' Bêşik wê bibêjin 'Allah!' Her weha çawa ji heqîyê berê xwe dizivirînin?

Bi sond eger tu jî wan bipirsî: 'Kî ji esmanan av daxistiye û di piştî mirina wî de erd ji nû de vejandîye (zindi kiriye)? Bêşik wê bibêjin 'Allah!' Bibêje: '(Nexwe) Hemd bitenê ji Allah re ye. Lê belê pirên wan hiş di ber de nabin/fêm nakin.''[2]

قُلْ مَنْ يَرْزُقُكُمْ مِنَ السَّمَاءِ وَالْأَرْضِ أَمَّنْ يَمْلِكُ السَّمْعَ وَالْأَبْصَارَ وَمَنْ يُخْرِجُ الْحَيَّ مِنَ الْمَيِّتِ وَيُخْرِجُ الْمَيِّتَ مِنَ الْحَيِّ وَمَنْ يُدَبِّرُ الْأَمْرَ فَسَيَقُولُونَ اللَّهُ فَقُلْ أَفَلَاتَتَّقُونَ

"Ji wan re bibêje: 'Ma ji erd û esmanan kî riziq dide we? Yan jî kî xwediyê çav û guhan e? Kî yê zindî ji mirîyan û yê mirî jî ji zindîyan derdixe? Kî fermana xwe dimeşîne (û kâinatê îdare dike)? Wê bibejin 'Allah!' Bibêje: 'Wê gavê hûn çima xwe naparêzin?' " [3]

Ayetên ku ji van herdu sûreyan wek mîsal me dan ev tê fêmkirin:

Mirovek bizanibe ku Allah azze we celle Xaliq e û Raziq e û ê ku hemû karan bi rê ve dibe û ê ku sax dike û dimirîne ew e; bitenê ev zanîna hanê wî mirovî naxe daîreya îslamê.

Eger maneya peyva tewhîdê bitenê ev buya wê çima bi muşrîkên Mekkeyê re şer bihata danîn? Lewre ewan muşrîkên Mekkeyê jî van peyvan bilêvdikirin û digotin.

Wekî ku me di rêzên borî de diyarkiribû mane û cewhera vê peyvê ev e; di îbadetê de yekgirtîya (tewhîd kirina) Allah azze we celle û înkar kirina temamên "îlahên'' sexte ku ew jî bi gotina "La!" pêk tê.

Belê, em werin rewşa civakên îroyîn.

Gelo ew însanên ku peyva Lâîlâheîllallahê dibêjin û ji vê peyvê bitenê xaliqbûna Allah azze we celle fêmdikin tenê bi vê awayê dikevin daîreya îslamê? Eger evan însanên bi ramanên xwe yên rêşaşîtî bikevin daîreya îslamê, ecêba ew tiştê ku muşrîkên Mekkeyê li derveyê daîreya îslamê de hiştîye, ew tişt çi bû?

Lewre ji bo wan muşrîkan qebul kirina xaliqbuna Allah azze we celle ne pirsgirêk bû. Pirsgirêka wana ev bû, ku di mijara abdîtîyê de/îbadetê de berê xwe didan hin tiştên cûda. Mesela dema ku dixwestin dua bikin berê xwe didan saneman û peykeran. Digotin ev peyker/ev heykel yê wan kesan e ku di dewrên borî de pir salih û qenc bûn.

Muşrîkan wiha difikirîyan: "Em evdên serereş û gunehkar in. Divê navbera me û Allah de navbeynkar hebin da ku ew navbeynkar şefaetê li me jî bikin."

Duh û îro çawa dişibin hevdu!

Îro jî gelek însan ji peyva Lâîlâheîllallahê bitenê xaliqbûna Allah azze we celle fêmdikin. Însanên îroyîn jî diçin ser gor û gumbetên wan kesên qenc ku di dewrên borî de li heyatê bûn û hewar û gazîya xwe digihîjînin wan. Hinceta civakên îroyîn jî eynî ye:

"Ma em kî ne? Em hemû, însanên situ xwar û gunehkar in. Lê belê ev însanên qenc li cem Allah azze we celle bi qedr û qîmet in. Wê jî me re jî şefaetê bikin."

أَلَا لِلَّهِ الدِّينُ الْخَالِصُ وَالَّذِينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِهِ أَوْلِيَاءَ مَا نَعْبُدُهُمْ إِلَّا لِيُقَرِّبُونَا إِلَى اللَّهِ زُلْفَى إِنَّ اللَّهَ يَحْكُمُ بَيْنَهُمْ فِي مَا هُمْ فِيهِ يَخْتَلِفُونَ إِنَّ اللَّهَ لَا يَهْدِي مَنْ هُوَ كَاذِبٌكَفَّارٌ

"Baş bizanibin ku dînê xalis bi tenê yê Allah e. Ew ên ji Allah pê ve ji xwe re dost û alîkaran çêdîkin û dibêjin: 'Ji bo ku me nêzî Allah bikin, em ji wan re îbadetê dikin; wê Allah li ser wî tiştê ku îxtîlaf kirine, dê hûkmê xwe bide. Allah mirovên nankor û derewîn nagihîne ser rêya rast.' '' [4]

Dua, di Qur'anê de di maneya îbadetê de tê amilandîn. Însanên wê dewrê îbadetên xwe berpêyî saneman kiribun û bi vê awayê bibûn ji kafiran. Muşrîkên wê dewrê Allah azze we celle nasdikirin û îman bi hebûna wî dianin. Tevlî vê yekê kufra wan eşkere bû. Rayeya hakimîyetê di nav xwe de didan mezine eşîrên xwe û rayedarên xwe. Dema ku bi vê awayê tevdigerîyan, tevlî ku hebûn û yekîtîya Allah nas dikirin û îman pê dianîn jî, dîsa ne diketin bergeha tewhîd û îslâmê.

Îro jî ew însanên ku jî kelîmeya tewhîdê bitenê xaliq bûn û raziq bûna Allah azze we celle fêm dikin, rayeya hakimîyetê belkî nadîn mezine eşîra xwe lê vê rayeyê bi wesîleya dengan/rayan didin lîderê partîyên demokratîk û parlamenteran. Lê pir tiştekî balkêşe ku ew kes di daîra îslâmê de tên nirxandin û di bergeha tewhîdê de tên dîtin. Gelo ev torpîla (!) hanê ji wan re ji ku derê tê? Cihûyan digotin: "Em ji Allah re abdên ezîz û xoşewîst in û zaruyên wî ne, lewma tu carî agir nêzî me nabe." Lê belê ev zenna wan û îftîrayên ku li Allah kirin jî, wana ji xezeb û ezabê xelas nekir:

وَقَالُوا لَنْ تَمَسَّنَا النَّارُ إِلَّا أَيَّامًا مَعْدُودَةً قُلْ أَتَّخَذْتُمْ عِنْدَ اللَّهِ عَهْدًا فَلَنْ يُخْلِفَ اللَّهُ عَهْدَهُ أَمْ تَقُولُونَ عَلَى اللَّهِ مَا لَا تَعْلَمُونَ

بَلَى مَنْ كَسَبَ سَيِّئَةً وَأَحَاطَتْ بِهِ خَطِيئَتُهُ فَأُولَئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ هُمْ فِيهَا خَالِدُونََ

"(Beni Îsrailiyan) Gotibun: 'Ji xeynî çend rojên bi hejmar pê ve agir li me nakeve.' (Jî wan re) Bibejê: 'Qey we li ser vê yekê ji Allah peymanekî sitendiye -ku Allah ji peymana xwe navegere- yan jî hûn der heqê Allah de tiştên ku hûn pê nizanin dibêjin?

Nexêr; çi kesê ku gunehekî bike û gunehên wî, dor lê bipêçê, êdî ew kes ehlê cehennemê ye. Wê ew di wir de ebedî bimîne.'' [5]

Ji van tiştên ku me hejmartin ev hate fêmkirin; ji bo însan bikeve daîra îslamê lazime ku kelîmeya tewhîdê bi maneya wî yê eslî bê zanin û fêmkirin û amelkirin.

Têgehên (qewramên) îlah û îbadet lazime ku qenc bê hînbûn da ku rengê tewhîdê bide heyata însan. Hînbûn û amel kirina van têgehan/qewraman (Îlah û Rab) ne bi awayê kevneşopîya ji bav û kalan mayî bê fêmkirin. Hînbûn û di heyatê de amel kirina van têgehan (Îlah û Rab) ger rasterast ji Qur'an û ji sunneta Rasûlullah aleyhîssalâtuwesselâm bê hînkirin û fêmkirin û amel kirin.

Tarîfa Kelîmeya Tewhîdê û Şertên Wê

Emê di vê qismê de tarîf û şertên kelîmeya tewhîdê bidin dest. Bi rastî, zanîna şertên kelîmeya tewhîdê; herî kêm weke zanîn û serwext bûna maneya kelîmeya tewhîdê giring e/muhîm e. Kesên ku nizanibe şirk çiye û tewhîd çiye û îbadet çiye û îlah çiye şeytan wan kesan bi hêsanî û zû dixapîne û dixerifîne.

Weke ku emê di rêzên jêr de diyar bikin, şertê tiştekî "nebe nebeya" wê tiştê ye. Mesela weke ku destnimêj şertê nimêjê ye. Em tev dizanin ku nimêja bê destnimêj li îndallah qethîyen ne meqbûl e. Weke vê, eger ji şertên Lâîlâheîllallahê yek jî bê terk kirin kelîmeya tewhîdê qet tu feyde nade wî kesî ku vê kelîmeyê dibêje.

Em dikarin feydeyên kelîmeya tewhîdê li ser du madeya bifesilînin:

  1. Feydeyên kelîmeya tewhîdê a li jîyana dinyayê.
  2. Feydeyên kelîmeya tewhîdê a ku li axîretê pêk tên.

Feydeyên kelîmeya tewhîdê a li jîyana dinyayê ev in ku ew kes êdî dibe ji ûmmeta îslâmê. Ji wê gavê pê de can û malên wî di bin emn û emana muslîman de ye.

Feydeya kelîmeya tewhîdê a ku li axîretê pêk tê jî ev e ku; ew kes ji ezab û agirê dojê/cehennemê diparêze û dibe sebebê wî kesî ku dikeve cenneta bê dawî.

Çawa ku şert û mercên nimêje pêk newe ew nimêj batil e û tu feyda wê dê ji xwediyê wê re tune be weke vê; eger şert û mercên kelîmeya tewhîdê jî pêk newe ev amel jî batil e û tû feyda wê ji xwedîyê wê re tûnê ye.

Di hiqûqa îslâmê de tarîfa şert wiha tê kirin:

"Şert ew tîşte ku; dema ew tune be tiştê ku pê hatibe şertandîn betal dibe. An ew tiştê ku ji holê hat hilanîn hûkmê wê tiştê ku pê bixwe hatîye şertandin betal dike.'' [6]

Destnimêj şertê nimêjê ye. Nimêj dema ku bê destnimêj bê kirin ew nimêj batil û fasid e. Dema ku şertê nimêjê pêk newe hûkmê wê amelê li îndallah tune ye. Lewre ew nimêj ji wê şerta ku dibe sebebê sihheta wê mehrûm e.

Herweha berî pêk anîna amelekî divê ku şertên wê di nav xwe de bihawîne û hetanî dawîya wê amelê jî ewan şerta mihafeza bike. Pêkanîna şertên Lâîlâheîllallah jî wisan e. mirovek dema ku bêje Lâîlâheîllallah, divê ku şertê wê pêk bîne û hetanî nefesa xwe yê dawî li ser vê halê bimîne. Gotina wî yê Lâîlâheîllallah enceq di vê rewşê de sehîh e û li îndallah dê meqbûl be.

Di mijara şertên Lâîlâheîllallah de nuqteyekî giring jî ev e: Taxutên dewrê berê dixwesti ku xelkên xwe/gelên xwe ji Lâîlâheîllallah dûr bigirin.

أَجَعَلَ الْآَلِهَةَ إِلَهًا وَاحِدًا إِنَّ هَذَا لَشَيْءٌ عُجَابٌ

"Ma ew îlahan dike yek îlâh. Bi rastî ev tiştekî pir ecêb e." [7]

وَانْطَلَقَ الْمَلَأُ مِنْهُمْ أَنِ امْشُوا وَاصْبِرُوا عَلَى آَلِهَتِكُمْ إِنَّ هَذَا لَشَيْءٌ يُرَادُ

"Giregirên wan ketin tevgerê û wiha gotin: 'Bimeşin û ji bo îlâhên xwe li ber xwe bidin, (di girêdayîbûna wan îlâhên xwe de) xweragirin û sebatê bikin. Bêguman tiştê ku ji we tê xwestin jî ev e." [8]

إِنَّهُمْ كَانُوا إِذَا قِيلَ لَهُمْ لَا إِلَهَ إِلَّا اللَّهُ يَسْتَكْبِرُونَ

"Dema ku ji wan re Lâîlâheîllallah dihat gotin qurretîyê dikirin." [9]

وَيَقُولُونَ أَئِنَّا لَتَارِكُوا آَلِهَتِنَا لِشَاعِرٍ مَجْنُونٍ

"Û digotin: 'Ma em ji bo şaîrekî dîn, dev ji îlâhên xwe berdin?" [10]

Taxûtan di demeke kurt de fêm kirin ku ev xebata wan bê feyde ye. Lewre banga Lâîlâheîllallahê, bangeke fitrî ye. Kesên guh dide vê bangê di kurahîya qelbê xwe de hestên xweşik hes dike. Dema ku sênc û bendên di navbera însanan û daweta tewhîdê de ji holê radibûn, xelk, fewc fewc diketin îslâmê.

Taxutan fêm kirin ku êdî wê nikaribin li pêşîya dawa Lâîlâheîllallahê bisekinin, serî li rê û rêbazên cûrbicûr dan. Xwestin ku naveroka Lâîlâheîllallahê vala bikin. Ew her sê tiştên ku kelîmeya tewhîdê li ser gel mûessîr dike, bi bandor dike xwestin ku bi însanan bidin jibîrkirin û xera bikin.

A yekemîn; maneya Lâîlâheîllallahê tehrîf kirin. Ew maneyên wê ya eslî ku bingeha îslâmê ye; weke şirîk neçêkirina ji Allah re û tewhîd girtina wî yê di îbâdetê de û red kirina/înkar kirina taxûtan tehrîf kirin. Kelîmeya Tewhîdê, bi bawerîya muşrîkên Mekkeyê ku digotin "Allah xaliq e, raziq e…" wekehev girtin.

A duyemîn, ewan taxûtan şert û mercên kelîmeya tewhîdê dan jibîrkirin. Wiha gotin: "Her kî bêje Lâîlâheîllallah dê bikeve cennetê." Belê Lâîlâheîllallah, dibe sebebê ketina wî kesî ku vê kelîmeyê gotîye, lê ev jî enceq bi pêkanîna şertên wê mimkun e. Berevaj, wê bibe weke nimêja bi destnimêj ku ew jî qet tu feyde nade xwedîyê xwe.

A sêyemîn, ewan hêmanên/ewan unsurên ku kelîmeya tewhîdê xera dikin dan jibîrkirin. Vê tiştê hînê însanan kirin ku: Hema hûn çi jî bikin piştî ku we gotîye Lâîlâheîllallah qet tu zerarê nade we. Hetanî hûnê jê feyde jî wergirin.

Taxutên vê dewrê, yên esrî, bi van tehrîf û tewîlên xerab kelîmeya tewhîdê îro anîne asteke wisan ku, li ber çavê gelek însanan ev kelîme wek tiryak, yanê wek narkotik tê nerxandin û xuya dibe.

Rasûlan aleyhîmûsselâm duh gelên xwe bi vê kelîmeyê ji xewa mirinê hişyar û îhyâ dikirin; lê belê taxutên îro dîsa bi vê kelîmeyê gelên xwe bi jehrê dixin û û narkoz/tiryak dikin.

Ew kesên ku bi vê kelîmeyê dibûn kâbus û xewnereşk; lê îro, ew ên vê kelîmeyê dibêjin bi piranî ji taxûtan re bûne girêdayîyê dilsozî.

Wêzifeya dawetvanê îslâmê ev e ku; li hember tehrîfa sêmend/sêbare, bibe pêşîyê tevgera îhyaya sêmend/sêbare. Ger bi însanan bide naskirin ku; mane û şert û hêmanên/unsurên ku tewhîdê xera dikin çi ne.

Dawîya Beşa (6.) Şeşemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 

[1]       .   6/En'am: 162-163

[2]       .   29/Ankebut, 61 û 63

[3]       .   10/Yûnus, 31

[4]       .   39/Zumer, 03

[5]       .   2/Baqara, 80-81

[6]       .   Wehbe Zuheylî, Usulu'l Fikhu'l Îslamî, 1/104

            Abdulkerim Zeydan, Wecîz, 58

[7]       .   38/Sâd, 05

[8]       .   38/Sâd, 06

[9]       .   37/Saffât, 35

[10]      .   37/Saffât, 36

Bu Sayfayı Paylaş :